Beşê Kurdî di Zanîngeha Mêrdînê de û serokê beşê zimanê zindê Pro.Dr. Qedrî Yildirim ketine bin tewana gendeliyê û lêpirsînê ji aliyê asayîşa Tirkî ve, bê ku tu belgeyên yaseyî li dijî wan hebe.
Mamoste Remezan Pertev, Serokê beşê Kurdî di Zanîngeha Mêrdînê de, di hevpeyvîbna xwe de bi Dengê Amêrîka re got: " Ev du salin ku planên wisa li dijî karê me berdewam dibin, û bi teyabetî li dijî kesatiya Pro.Dr. Qedrî Yildirim, bo rawestandina kar û xebata me."
Her wisa jî birêz Pertev, bal kişand li ser rewşa tenduristiya Dr.Yildirim û metirsîna li ser jiyana wî, ger ew di girtêngehê de bimêne.