Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Obama Biryareke Girîng ya Koçberên Neqanûnî Radigîhîne


Serokê Amerîka Barack Obama êvara Pêncşemê gotareke girîng li ser rewşa koçberên neqanûnî pêşkêş kir û tê de biryara xwe ya kiryara rêvebir (executive action) eşkere kir.

Serok Obama di destpêka axaftina xwe de bal kişand ku Amerîka welatê koçberan e.

”Ji pirtir 200 salan vir ve me xêrhatina koçberên ji seranser cîhanê kir û hatina wan feydeyên mezin ji aborîya me re kir. Bi saya wan koçberan nîfûsa me genc, dînamîk û afirandêr ma; em kirin civateke bi derfetên bêsînor ku em dikarin xwe bi bijareyên xwe jinûve biafrînin.

Li gor plana Serok Obama koçberên neqnûnî ku ji 5 salan pirtir dem vir ve li Amerîka ne û zarokên wan hemwelatî yan koçberên qanûnî anku xwedîyê karta kesk in dikarin bê tirsa dersînorkirinê, bi kindemî heta sê salan li Amerîka bimînin û bixebitin, bi şerta ku tomara wan ya krîmînal paqij derkeve û ew kes baca xwe bidin hikûmetê.

Serok Obama bi berdewamî got, îro sîstema Amerîka ya koçberî şikestî ye û herkes jî wê yekê dizane.

"Efûyeke giştî wê ne rewa be. Dersînorkirina giştî ne pêkan e û dijî karaktera me ye. Divê em rêyeke maqul ya navînî bibînin. Eger tu krîterên pêdivî cîh tînî, tu dikarî ji bin sîyê derkevî û rewşaxwe ya qanûnû rast bikî. Lê, eger ku tu krîmînal bî, tuyê werî dersînor kirin. Ku nîyeta te heye ku bi qaçaxî têkevî nav Amerîka, tuyê werî girtin û dersînor kirin."

Serok got, biryara wî qanûnî ye û di nav 25 salên dawî de hemî Serokên Demokrat û Serokên Komarî biryarên wî rengî standin.

Obama bang li Kongresê kir ku qanûneke nû ya koçberîyê derbaz bike ku nema hewcedarî ji birayar wî ya kiryara rêvebir bimîne.

Tê bawer kirin ku dora 5 mîlyon koçberên neqanûnî ji vê biryara Obama sûde wergirin û ji dersînorkinê bêne parastin.

XS
SM
MD
LG