Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Obama Berevaniya Fermana Koçberiyê Dike


Serokê Amerîkî Barack Obama dibêje, bi fermana wî ya cîbicîkar li ser koçberiyê ewê jêderên qanûnî balê bidin ser tawanbar û gunehkaran, ne malbat û zarokan.

Serokê Amerîkî îro Şemiyê di gotara xwe ya heftane de got ku plana wî ya koçberiyê dê “bêtir koçberên neqanûnî ji nav tariyê de bîne da ku bi awayekî qanûnî tevgerê bikin, hemû beşê xwe ji bacan bidin, vekolîna tawankariyê derbas bikin û bi qanûnê re rewşa xwe durist bikin.”

Serok Obama li civatekê li bajarê Las Vegas do Înê got ku ew neçar mabû bi tena xwe li ser vê babetê kar bike, jiber ku Civata Nûneran li Kongresê bernivîsa li ser koçberiyê pesend nedikir, tevî ku ew bernivîs ji aliyê Civata Senatoyê ve hatibû pesendkirin.

Serok Obama roja Înê du fermanên cîbicîkar îmze kir. Ewê ev ferman prosesa pêşkêşkirina destûra kar û hilanîna gefeya derkirinê, bide dora pênc milyon koçberên bêbelge li Amerîka.

Serokê Civata Nûneran li Kongresê John Boehner do Înê got ku Serok Obama ziyanê li serokatiyê dike, dema ku bêy Kongres fermaneke cîbicîkar li ser koçberiyê derdixe. Birêz Boehner soz da ku ewê Komariyên Civata Nûneran tiştekî di vî warî de bikin û ewê şerê vî karê yekalî bikin.

XS
SM
MD
LG