Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tûnis Serokekî Nû Hildibijêre


Welatiyên Tûnisê îro Yekşemê berê xwe didin sindoqên dengdanê jibo hilbijartina serokekî nû. Ev cara yekê ye ji sala 2011ê de ku xelkên Tûnisê bi awayekî rasterast serokê xwe hildibijêrin.

Dengdana Yekşemê wekî nîşanekê tê dîtin jibo dawîanîna veguhestina ber bi demokrasiyê ve, piştî welatiyên Tûnisê diktatorê berê Zine El Abidine Ben Ali berî sê salan ji desthilatê avêtin û rê dan destpêbûna protestoyan li seranserê wê herêmê.

Di nav bêtirî deh berbijaran de, Bejî Kayed Esebsî, siyasetmedarê dêrên yê 87 salî cih digire. Li gorî rawergirtinan, heta nuha ew di rêza duwem de tê, piştî serokê nuha Monsif Merzûqî.

Eger ti berbijarekî piraniya dengan bidest nexist, ewê gera duwem ji hilbijartinan li meha Dîsembera bê lidar bikevin.

XS
SM
MD
LG