Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran: Dibe ku Gotûbêjên Navokî Werin Dirêjkirin


Îran dibêje, eger astengî li pêş gotûbêjên derbarê programa wê ya navokî berdewan kirin, divê dema dawî jibo gihiştina rêkeftinekê were dirêjkirin. Biryar bû gotûbêj roja Duşemê bidawî bibin.

Endamekî şandeya Îranê got, eger ev yek roja Yekşemê bişev pêk hat, ewê danûstandin balê bidin ser gihandina rêkeftineke siyasî ya giştî jibo pêgiriya herdu aliyan. Ew dibêje, hingê ewê gotûbêj di demeke din de werin lidar xistin jibo îmzekirina wê rêkeftinê, da ku bêtir danûstandin li ser pirsgirêkên mayî were kirin.

Karbidestê Îranê navê xwe eşkere nekir, jiber ku destûr nebû ligel rojnamevanan bipeyive.

Şeş hêzên mezin yên cîhanê hewil didin ku bi van gotûbêjan programa Îranê ya navokî rawestînin. Tehran jî hember wê yekê daxwaza hilanîna sizayên abûrî dike.

XS
SM
MD
LG