Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

PAK’ê li Stenbolê jibo Danasîna Sîyaseta Xwe Şevek Çêkir


Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) ku hefteya borî li Enqerê serlêdana fermî li Wezareta Navxweyî ya Tirkîyê kiribû, li Stenbolê şeveke danasînê çêkir.

Di resepsiyona danasînê de ku roja Şemiyê êvarê li Stenbolê pêk hat gelek nivîskar, rojnamevan, sîyasetvan û rewşenbîrên Kurd û Tirkiyê lê amadehî kirin.

Serokê Giştî yê PAK’ê Mustafa Ozçelîk di gotara ku li şevê pêşkeş kir de, bal kişand ser pirsa Kurd û rêyên çareserkirina vê pirsê li Tirkîyê.

Serokê PAK’ê di axaftina xwe de li ser astengî û helwesta karbidestan ya li hember serlêdana fermî ya partiyê rawestiya û da zanîn, ew ê xebatên xwe berdewam bikin.

“Her çiqas Serokwezîr Ahmet Davutoglu di serdana Hewlêrê de dibêje, li Tirkîyê ti astengî li ber rêxistinbûnê û azadiya ramanê tune ye jî li Tirkîyê rewşa ne wiha ye ku helwesta dijî PAK’ê nîşaneya vê ye.”

Serokê PAK’ê red kir ku partiya wan cudaxwaz e.

“Bêyî ku bernameya partîya me bixwînin li medya Tirkîyê em wekî cudaxwaz nîşandan. Em dixwazin dewlet bi Kurdan re empatîyê bike û Kurd jî di nav xwe de vê empatîyê bikin. Welatê me Kurdistan e û welatekî cuda ye. Loma jî em statuyeke ku xwe bi rê ve bibe jibo Kurdistanê dixwazin. Ev dikare wek ya Başûrê Kurdistanê be yan jî statuyeke li nav Tirkîyê ya bi awayê wekhevî û dilxwazî be.”

Endamê Rêvebiriya Navendî ya PAK’ê Alî Fikrî Işik jî li resepsîyonê ji Dengê Amerîka re peyivî.

“Em pê şanaz in ku em PAK ava kiriye û me dest bi xebatên xwe kiriye. Em îro bi raya giştî ya Tirkîyê re axifîn. Me bi vê danasînê xwest ku em bêjin, em partîyeke Kurdistanî ne û êdî navê pirsê ne pirsa Kurd e pirsa Kurdistanê ye ku divê bê çareser kirin.”

Piştî damezirandina partîyê li Amedê, ev cara pêşî ye ku PAK sîyaseta xwe bi awayekî eşkere li bîragiştî dide nas kirin û bernameya partiyê pêşkeş dike.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:06:00 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG