Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Du Bajarokên Îraqê ji Dest Mîlîtanan Tên Derxistin


Hêzên Îraqê bi piştgiriya mîlîşyayên Şîa û Pêşmergeyên Kurd du bajarok ji destê mîlîtanên Îslamî li parêzgeheke rojhilatê Îraqê derxistin. Karbidestên Îraqî îro Duşemê gotin ku ev serkeftineke nû ye jibo hêzên Îraqê di şerê wan de li dijî mîlîtanên Dewleta Îslamî de.

Karbidestên polîs li parêzgeha Diyala gotin ku hêzên hikûmeta Îraqî ketin do Yekşemê bajarokê Saadiya û hêzên Pêşmerge jî ketin bajarokê Celewla, piştî şerekî giran bi çekdarên Dewleta Îslamî re.

Karbidestên polîs berdewam kirin û da zanîn ku şer hîn li hinek deverên wê parêzgehê lidar e. Tîmên betalkirina bombeyên neteqandî jî karê xwe li kolanan berdewam dikin. Berî ku mîlîtan ji van bajarokan vekêşin, wan bombe li rex rê çandibûn.

Hinek malbatên ku ji bajarokan reviyan bûn, nuha destpê kirine hêdî hêdî vedigerin malên xwe. Diyala parêzgeheke di warê nijadî de têkel e û ji Kurd û Ereban pêk tê. Piraniya xelkê bajarokê Celewla Kurd in.

XS
SM
MD
LG