Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hewildana Jinan: Em Dixwazin di Pêvajoya Aştîyê de Rola Xwe Bilîzin


Hewildana Jinan: Em Dixwazin di Pêvajoya Aştîyê de Rola Xwe Bilîzin Ferîde Eralp: Nêzîkbûna AKP’ê ya li Jinan û ya DAIŞ’ê Nêzî Hev e

Hewildana Jinan ya Jibo Aştiyê ku ji sala 2009’an ve xebatan li ser rewşa jinan dike, bi mebesta Roja Dijî Tundûtujiya li Jinan (25’ê meha 11) li Stenbolê civîneke rojnamevanî pêk anî.

Di civîna ku roja Sêşemê pêk hat de, daxwaz hate kirin ku tundûtujîya li dijî jinan dawî were û gotinên Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan yên derbarê newekhevîya jin û mêran hatin rexne kirin.

Li civînê rapora Hewildana Jinan ya derbarê birêveçûna pêvajoya çareseriyê û xebatên jinan yên berdewam hate pêşkeş kirin û hate xwestin jin bi awayekî çalak beşdarî prosesê bibin.

Nûnera Hewildana Jinan Ferîde Eralp, ji Dengê Amerîka re diyar dîyar kir, dema me dest bi xebatên xwe kir pêvajoya aştiyê nebû, lê niha hebûn û têkoşîna jinan bêhtir bi wate bûye.

Wê got, “Aştîyeke rastîn tenê bi wekhevîya jinan û beşdarbûna wan mimkun e.”

Xanima Ferîde da xuya kirin, wekî jin jiber ku zihnîyeta herduyan dişibe hev têkoşîna me hem li dijî kiryarên DAIŞ’ê ye hem jî li dijî deshilatdariya AKP’ê ye.

“Nêrînên AKP’ê û kiryarên DAIŞ’ê nêzî hev in, lewma jî metirsî heye li nav civakê tundûtujiya li jinan zêdetir bibe.”

Jibo Guhdarî kirina raportê faîlê deng dagire;

Roja Nehiştina Tundûtîjiyan Dijî Jinan
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:12 0:00

XS
SM
MD
LG