Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kurê Sekreterê Partîya Sosyalîsta Kurdistanê di Şerekî de Jîyana Xwe Hinda Kir


Mihemed Haci Mahmud û kurê wî Ata Mahmud
Mihemed Haci Mahmud û kurê wî Ata Mahmud

Ji Efrînê heta Xaneqînê Kurd şerê koma tundrê Dewleta Îslamî dikin û bedelên giran didin.

Li gor nûçeyên ku îro belav dibin, kurê Mihemed Haci Mahmud, Sekreterê Giştî yê Partîya Sosyalîsta Kurdistanê, Ata Mahmud di şerekî de li herêma Kerkukê jîyana xwe ji dest da.

Ata Mahmud yek jî rêvebirên bilind yê Partîya Sosyalîsta Kurdistanê bû û di berevanîya Kurdistanê de li dijî Dewleta Îslamî şer dikir.

Sala borî jî kurê Hevserokê PYD Salih Mislim, Şervan Mislim di pevçûneke de ji alîyê komên tundrê yên îslamî ve hatibû kuştin.

XS
SM
MD
LG