Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Paytaxta Afganistanê Peqînên Xurt Diqewimin


Otomobîla balyozxaneya Britanî bû armanca êrîşeke xwekuj

Li taxeke navendî ya paytaxta Afganistanê Kabulê ku gelek balyozxane lê hene, derengîya îro Pencşemê çend peqînên xurt qewimîn.

Rojnamevanên li cîhê bûyerê radigihînin ku dengê guleyan tên bihîstin û wiha xuya ye ku êrîş hîn jî berdewam dikin.

Heta niha ti agahî li ser kuştîyên êrîşa dawî de nehate ragihan din.

Lê, di êrîşên zûtir yên îro de herî kêm 5 kes ji otomobîleke ji balyozxaneya Britanî hatibûn kuştin ku yek ji wan kesana hemwelatîyê Brîtanî ye.

Karbidestên Afganî ragihandibûn ku di êrîşa yekê de 33 kesên din jî birîndar bibûn.

XS
SM
MD
LG