Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Jimareke Êrîşan de 9 Kes li Îraqê Hatine Kuştin


Wêneyeke arşîvê ji tundûtûjîyên li Îraqê

Karbidestên Îraqî dibêjin di encama bombekirin û gulebarandinan de 9 kes li nêzîkî paytaxt Bexda hatine kuştin.

Karbidestên polîsan dibêjin, êrîşa yekê sibeha Înê li taxa Huseynîyah ya Bexda qewimî û di peqîna bombeyekê de 4 kes hatin kuştin, 9 kesên din jî birîndar bûn.

Di peqîneke din de li nêzîkî bazareke taxa Sabaa el-Bour ya Bexda 3 kes hatine kuştin, 12 kesên din jî birîndar bûn.

Di êrîşa dawî de, jimareke çekdaran li nêzîkî bajarokê Tarmiyah êrîşî xeleke kontrolê kirin û 2 lesker kuştin, 2’yên din jî birîndar kirin.

XS
SM
MD
LG