Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çekdarên Dewleta Îslamî ji Tirkiyê Êrîşî Kobaniyê Dikin


Karbidestekî Kurd û çalakvanên li ser erdê dibêjin, radîkalên rêxistina Dewleta Îslamî ji Tirkiyê êrîşî bajarê Kobaniyê dikin.

Newaf Xelîl, berdevkê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) dibêje, mîlîtanên rêxistina Îslamî ji Tirkiyê êrîş birin ser xala sînorî ya ku Tirkiyê bi Kobaniyê ve girêdide.

Rêxistina Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov û birêz Xelîl dibêjin êrîşê bi teqîna trimbêlekê li ser xala sînor destpê kir.

Enqere ti şirove heta nuha li ser vê yekê nedaye.

Çavdêriya Sûrî dibêje, di şerê vê dawiyê de li Kobaniyê heşt şervanên Kurd û 17 cîhadî hatine kuştin.

Rêxistina Dewleta Îslamî ku herwiha bi navê DAÎŞ tê nasîn, li nîvê meha Septemberê êrîşa xwe li dijî Kobaniyê destpê kir. Pişt re hêzên koalisyona navnetewî bi serkêşiya Amerîka dest bi êrîşên asmanî li dijî DAÎŞ li Kobaniyê kirin.

XS
SM
MD
LG