Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY: Bêtirî 16 Kes bi Nexweşiya Ebola Ketine


Rêxistina Saxlemiya Cîhanî (WHO) dibêje, jimara kesên ku bi vîrusa Ebola nexweş ketine 16 hezar derbas kiriye.

Agahiyên nû ku ji aliyê vê rêxistina Neteweyên Yekbûyî ve derketine, nîşan didin ku jimara kesên bi vîrusa kujer mirine jî gihiştiye dora heft hezar kesan.

Nexweşiya Ebola bêtir li sê welatên Rojavayê Afrîkayê, ew jî Guinea, Liberia û Sierra Leone in. Agahiyên ku roja Îniyê ji aliyê WHO ve hatin belavkirin nîşan dank u 16,169 haletên nexweşiyê li van hersê welatan peyda dibin. Dora 30 haletan jî li welatên din peyda dibin.

Heta nuha rêjeya herî zêde ya haletên mirina jiber Ebola li welatê Liberia ye, lê rêjeya ketina bi vîrusê kêm bûye. Nexweşî nuha herî zêde li Sierra Leone belav dibe.

XS
SM
MD
LG