Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Papa Francis Serdana Xwe ya Tirkiyê bi Dawî Dike


Pope Francis ligel Patrayark Bartholomew
Pope Francis ligel Patrayark Bartholomew

Papayê Vatîkanê serdana xwe ya sê rojan ya Tirkiyê qedand, piştî ku beşdariya nivêjeke mezin ligel Patrayark Bartholomew, rêberê giyanî yê 300 milyon Krîstiyanên Ortodosk li seranserî cîhanê.

Nivêj îro Yekşemê li Kenîseya St. George ya bajarê Stenbolê pêk hat.

Do Şemiyê jî, Papayê Vatîkanê Francis serdana Mizgefta Sultan Ahmet ya sedsala 17ê kir. Ew ligel miftiyê Stenbolê Rehmî Yaran li mizgeftê beşdarî nivêjekê bû.

Francis herwiha serdana Hagia Sophia kir, kenîseya kevin ya dema Bîzentiyan ku Misilmanan paşê kiribûn mizgefteke mezin piştî dagîrkirina bajarê Kostantîna yê ku nuha bi navê Stenbolê tê zanîn. Papayê Vatîkanê herwiha li Katedraya Katolîk ya Giyanê Pîroz beşdarî nivêjekê bû.

Francis papayê çaremîn e ku serdana Tirkiyê dike. Berî wî jî Paulê VI (6), John Paul II (2) û Benedict jî hatibû Tirkiyê.

XS
SM
MD
LG