Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkiyê Derbasbûna DAÎŞ ji Aliyê Wê ve bo Kobaniyê Red Dike


Tirkiyê do Şemiyê got ku îdîaya Kurdên Sûrî ku mîlîtanên Dewleta Îslamî bi riya Tirkiyê êrîşî bajarê Kobaniyê dikin, derew e.

Ofîsa Serokwezîr Ahmet Davutoglu daxuyaniyek derxist û tê de got ku hêzên ewlekariya Tirkiyê hemû gav û pîvan avêtine jibo parastina sînorê ligel Sûriyê.

Karbidestekî Kurdên Sûrî ji Çavdêriya Sûrî re got ku trimbêlek hate bikaranîn jibo ku li Kobaniyê were teqandin. Wî da zanîn ku trimbêlê hewil dida ji Tirkiyê derbasî Kobaniyê bibe.

Kurd hergav dibêjin, Tirkiyê piştgiriya mîlîtanên Îslamî dike, lê Enqere vê yek red dike û dibêje, Tirkiyê bi xwe jî lê jêr gefeya van mîlîtanan e.

XS
SM
MD
LG