Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

DAÎŞ li Reqa Rastî Êrîşên Asmanî Tê


Çalakvanên Sûrî dibêjin, pêleke êrîşên asmanî yên nû li dijî mîlîtanên rêxistina Dewleta Îslamî (DAÎŞ) li bajarê Reqa yê Sûrî pêk hat.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov îro Yekşemê got ku 30 êrîşên asmanî bi şevê li armancên Dewleta Îslamî li Reqa û Bingeha Batalyona 17 ya leşkerî dan. Mîlîtanan ev bingeh berî demekê ji destên hêzên hikûmetê derxistibûn.

Serokê Çavdêriyê Ramî Ebdulrehman got ku bûbû demeke dirêj ku ev jimara mezin ji armancan nehatibûn bombekirin.

Mîlîtanên Dewleta Îslamî bajarê Reqa wekî paytexta xwe dibînin.

XS
SM
MD
LG