Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Swîsra li Ser Reformeke Koçberiyê Dengdanê Dike


Ala Swîsrayê.

Swîsra îro Yekşemê li ser qanûneke koçberiyê deng dide jibo sînorkirina hatina koçberan. Rikaberên vê pêşniyarê referendumê wekî karekî bobelatî jibo abûriya welêt dibînin.

Însyatîfa ku bi navê Ecopop tê zanîn, dê bilindbûna asta koçberiyê bi rêjeya 0.2 ji sedî bisînor bike, anku 16 hezar kes her salê. Di rêjeya heyî de salane 80 hezar kes wekî koçber tên Swîsrayê.

Christian Luescher, endamê parlemanê ser bi Partiya Liberal û hevserokê komîteya ku rikaberiya Ecopop dike, ji ajansa Fransî ya Nûçeyan re got ku însyatîf yekcar karekî xirab e. Wî got, ev pêşniyara ku bi awayekî berfireh koçberiyê kêm dike, dê ziyanê bigihîne abûriya Swîsrayê. Wî hişyarî da ku gaveke wisa dê welêt hejar bike.

Piştgirên Ecopop dibêjin, hatina berfireh ya biyaniyan, rêjeya rûniştvanên welêt zêde dike û zemînên çandiyê kêm dike.

Rawergirtin nîşan didin ku însyatîfa Ecopop dê bisernekeve.

XS
SM
MD
LG