Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY: Bêtirî 1200 Îraqî li Novemberê Hatin Kuştin


Neteweyên Yekbûyî dibêje, bêtirî 1200 kes li Îraqê di meha Novembera bûrî (meha 11) de jiber kiryarên teror û tundûtûjiyê hatin kuştin.

Li gorî Misyona Alîkariya NY li Îraqê, 1232 Îraqê di Novemberê de hatin kuştin û 2434 jî birîndar ketin. Ev jimar hinekî ji jimara qurbaniyan li meha Oktoberê kêmtir bûn.

Li parêzgeha Anbar jî, NY dibêje, bi kêmî 402 kes li wir hatin kuştin. Piraniya wan jî jiber şerê berdewam yên hêzên ewlekariya Îraqê ligel çekdarên rêxistina Dewleta Îslamî ku herwiha bi navê DAÎŞ tê nasîn. NY bi awayekî serbixwe kuştina 332 kesan li Bexdaya paytext jî piştrast kir.

NY got, li (meha 10) Oktoberê, bi kêmî 1273 kes di encama tundûtûjiyê de li Îraqê hatibûn kuştin.

XS
SM
MD
LG