Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jineke Filesîtînî bi Kêrê Êrîşî Sivîlekî Îsraîlî Dike


Nexşeya Kenara Rojava ya Filestînî.
Nexşeya Kenara Rojava ya Filestînî.

Artêşa Îsraîlî ragihand ku jineke Filestînî bi kêrê kesekî sivîl yê Îsraîlî îro Duşemê li Kenara Rojava birîndar kir.

Artêşê got ku hêzên ewlekariya Îsraîlî rewş kontrol kirin û jina êrîşbir birin bo nexweşxaneyê. Ti agahî li ser rewşa wê tune bûn. Welatiyê Îsraîlî jî li heman cihê êrîşê hate dermankirin.

Di van mehên dawî de, girjî û alozî di navbera Îsraîlî û Filestîniyan de zêde bûye, bi giştî jiber ku Filestînî ditirsin Îsraîl hewil dide Cihû karibin li cihekî pîroz li Orşelîmê nivêjê bikin.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu bi berdewamî ev îdîa red kiriye, lê hinek wezîrên hikûmeta wî ya rastgir dixwazin rê bidin nivêjkarên Cihû ku li wê devera pîroz nivêj bikin.

Cihû dibêjin, devera ku bi navê Çiyayê Perestgehê tê nasîn, pîroztirîn cihê ola wan e. Misilman jî dibêjin, heman dever wekî sêyem pîroztirîn cihê Misilmanan tê dîtin, piştî Meka û Medîna.

XS
SM
MD
LG