Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hikûmeta Îraqê û Ya Herêma Kurdistanê bi Fermî Digihin Rêkeftinekê


Wezîrê Darayî yê Îraqê dibêje, hikûmeteta navendî gihîște rekeftinekê li gel hikûmeta Herêma Kurdistana Îraqê ku bû demeke dirêje nakokî di navbera wan de hene li dor niftê.

Hoșiyar Zêbarî, ji bo Associated Press dibêje, dê hikûmeta Herêma Kurdistanê bi awakî rojane 550 hezar bermîl neft ji wezareta niftê ya Îraqê re bișîne, û dê Kurd li beramber vê yekê 17 ji sedî ji bûdceya niștimanî wergrin ku para Herêmê ye di Îraqê de. Li gel terxankirina 1 milyar dolar wekû piștgirî ji șiyanên pêșmergeyan re, ji bo șerê gurûpa Dewleta Îslamî.

Demekê berê îsal Bexda rêjeya 17 ji sedî ya Herêma Kurdistanê qut kiribû, piștî ku Kurdan bê razîbûna Bexda dest bi hinartina neftê bo Tirkiyê kiribû.

XS
SM
MD
LG