Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Artêşa Libnanê Hevser û Keça El Bexdadî Digire


Ebû Bekir el Bexdadî.
Ebû Bekir el Bexdadî.

Karbidestên ewlekariyê li Libnanê dibêjin, artêşê hevser û keça rêberê rêxistina Dewleta Îslamî Ebû Bekir el Bexdadî girtine.

Karbidestan îro Sêşemê gotin ku jin û zarok li wezareta berevaniya Libnanê jibo lêpirsînê hatine rawestandin. Ew berî dora 10 rojan li nêzîk sînorê ligel Sûriyê hatibûn girtin.

Rojnameya Sefîr ya Libnanî ragihand ku artêşa Libnanê herdu kes bi hevkarî ligel ajansên zanyariyê yên navnetewî girtin.

El Bexdadî ji sala 2010 de rêberiya rêxistina Dewleta Îslamî ya terorîst dike. Wî wexteke zûtir vê salê “Xîlafet” li hinek deverên rojhilata Sûriye û bakurê Îraqê ragihand, piştî ku mîlîtanên rêxistinê dever li wir kontrol kirin.

Amerîka el Bexdadî wekî terorîstekî cîhanî dide nasîn û 10 milyon dolar wekî xelat terxan kiriye jibo kesê agahiyên durist li ser cihê mana wî bide.

XS
SM
MD
LG