Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Derve yê Amerîka li Ewropa Plana Şerê DAÎŞê Gotûbêj Dike


Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry diçe serdana Eweropayê di vê heftiyê de ji bo hevdîtin û giftûgoyan bi wezîrên derve yên NATO û hin karbidsetên din derbarê terorîzmê, guhertina seqayê û rewşa Ukraynayê.

John Kerry ji balefirgeha Washintonê dibêje ku serkerdeyên Dewleta Îslamî guman kirine ku cîhan ji dijbertiya wan tirsiya ye.

Êrîşên asmanî yên hevpeymaniya navnetewî bi serkêşiya Amerîka di têkbirina çekdarên Dewleta Islamî (DAÎŞ) de li hinek deveran Îraq û Sûriyê bi serketiye.

li Brûkselê, wê Kerry û 60 rêberên welatê hevpeymaniyê bi hev re rûnên û xebata siyasî di derbarê têkbirina çekdarên Dewleta Îslamî de binerxînin.

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkî Jen Psaki dibêje:

Ew derfeteke baş e ji bo naskirina rewşê bê di kîjan astê de ye û li ku rawestiya ye. Diyar e ev giftûgo pêwîst e ji bo ku li vir were kirin û peydabûna zanyariyan li ser welatên din û bê ew di kîjan astê de mane.

Bêtir agahî di vê raportê de bi dengê hevkarê me Luqman Ehmed.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:03:15 0:00

XS
SM
MD
LG