Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêxistineke Navnetewî: Kurdistan 47 ji Sedî ji Penaberên Îraqî Dihewîne


Penaberên Îraqî li kampeke Kurdistanê.
Penaberên Îraqî li kampeke Kurdistanê.

Çavdêrên navnetewî dibêjin, tundûtûjiya îsal li Îraqê bûye sedem ku bêtirî du milyon kes di nav welêt de ji cih û warên xwe derkevin.

Rêxistina Navnetewî ya Koçberiyê (IOM) îro Sêşemê ragihand ku piraniya kesên ji deverên xwe derketine, ji parêzgeha Neynewa ne. Li wir, dora yek milyon kes ji warê xwe reviyane. Parêzgeha Anbar di rêza duwem de tê. Li wir jî, bêtirî nîv milyon kes dest ji cih û warê xwe berdane.

Li van herdu parêzgehên Îraqî, mîlîtanên terorîst yên rêxistina Dewleta Îslamî gelek deveran kontrol dikin. Di heman demê de, şer di navbera wan û hêzên ewlekariya Îraqê de hene, ligel êrîşên asmanî bi serkêşiya Amerîka.

IOM dibêje, Herêma Kurdistana Îraqê dora 47 ji sedî ji rêjeya wan koçberan dihewîne. Naverasta Îraqê jî 45 ji sedî dihewîne û rêjeya mayî li başûrê Îraqê bicih bûne.

XS
SM
MD
LG