Di hevpeyvînekê degel Dengê Amerîka, Hogir Îbrahîm, endamê Hevrêzên Xortên Kurd dibêje, ev ne car yekê ye ku jina rêberê Dewleta Îslam (DAÎŞ) tê girtin. Berî niha jî di zindana hikûmeta Sûrî de bû û di karekî pevguhertinê de hatibû azad kirin.
Birêz Îbrahîm hewisa got, diyar e ev xanim bi merema pevguhertina bi girtiyên Libnanî were bikar anîn, ji ber ku hejmareke girtiyên Hizbollah û herwisa girtiyên Îranî li cem DAÎŞê hene.