Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

El Qayde ya Nîvgrava Erebî Êrîşa Dijî Armanca Îranî li Yemenê Digire Ser xwe


Hemwelatîyekî Yemenî li ber xanîyê balyozê Îranê ye
Hemwelatîyekî Yemenî li ber xanîyê balyozê Îranê ye

El Qayde ya Nîvgrava Erebî berpirsîya bombekirina mala balyozê Îranî li Yemenê girt ser xwe.

Gruba tundrê ji hesabeke Twitterê ragihand ku wan êrîşa bombeya otomobîlî pêk anîne, li hember mala Balyoz Huseyîn Niknam ya li Sana'a.

Karbidestên Yemenî dibêjin, di dema peqînê de Niknam ne li male bû, lê kurê zarevanê wî hate kuştin û bi kêmî ve 17 kesên din jî birîndar bûn.

Ajansa IRNA ya Îranê ji zarê berdevka wezareta derve ya Îranê, Merziyeh Afkham ragihand ku karmendên bazlyozxanê di rewşeke baş de ne û vekolîna wan ya ser bûyerê didome.

XS
SM
MD
LG