Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Beşar Esed: Êrîşên Esmanî yên Koalîsyonê Serketî Nebûne


Serokê Sûrîyê Beşar Esed dibêje, êrîşên esmanî yên bi pêşengîya Amerîka yên dijî Dewleta Îslamî (DÎ) serketî nebûne.

Esed di hevpeyvîneke de ku ji alîyê kovara Fransî Paris Match hat weşandin, got ku êrîşên esmanî guhertineke berbiçav li ser erdê nekirine.

Esed firîna balafirên leşkerî li ser esmana Sûrîyê wek “maytekirina neqanûnû” ya dijî serwerîya welatê xwe bi nav kir.

Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry di Çarşemê gotibû ku êrîşên esmanî yên koalîsyonê dijî DÎ karîger in.

Kerry gotibû ku êrîşên esmanî dijwartir kir ku DÎ bikare hêza xwe kom bike, bilive û êrîşan pêk bîne û bi saya koalîsyonê niha endamên Dewleta Îslamî ditirsin ku ji esmanê kengî êrîş werin.

XS
SM
MD
LG