Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeha Tawanan ya Navnetewî Doza Dijî Kenyatta Paşve Dikşîne


Dadgeha Tawanan ya Navnetewî doza dijî Serokê Kenya Uhuru Kenyatta paşve kişand.

Biryar îro Înê gate dayîn, du roj piştî ku dadgehê daxwaz ji dozgeran kiribû ku yan di nav hefteyekê de îdîayên hember wî xurtir bikin yan jî doza hember Kenyatta paşve bikşînin.

Rêxistina Çavdêrîya Mafên Mirovan ew biryar rexne kir û got ew biryar nîşan dide ku tawanên kesên hêzdar bê ceza dimînin.

Doza Kenyatta çend caran hatibû paşxistin û dozgeran ragihandibû hikûmeta Kenyayî hewlên wan ya komkirina delîlan asteng dike.

XS
SM
MD
LG