Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hagel Kuştina Rojnamevanekî Amerîkî li Yemenê Piştrast Dike


Luke Somers.

Wezîrê Berevaniya Amerîka Chuck Hagel piştrast kir ku rojnamevanê Amerîkî yê li Yemenê hatibû revandin, hatiye kuştin.

Birêz Hagel îro Şemiyê got ku Luke Somers û dîlekî ne Amerîkî li ser destê mîlîtanên el Qayîde li Nîvgirava Erebî hatin kuştin. Ev yek hat, piştî hewildaneke azadkirina wan ji aliyê komandosên Amerîkî ve derengî roja Îniyê. Kesê din yê ligel Somers, bi navê Pierre Korkie tê nasîn. Ew karmendekî alîkariyê bû û ji Afrîka Başûr bû.

Wezîrê Berevaniyê Hagel herwiha da zanîn ku hewildana azadkirinê hatibû kirin, jiber ku baweriyek hebû ku jiyana Somers di metirsiyeke nêzîk de bû.

Hagel dibêje, çend terorîst jî di wê operasyonê de hatin kuştin.

Berî ku Hagel kuştina Somers piştrast bike, hinek raportên cuda derbarê çarenivîsa wî hatibû belav kirin.

Wezareta Berevaniya Yemenê li ser malpera xwe gotibû ku Somers hatibû azadkirin.

XS
SM
MD
LG