Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jibo Peydakirina Derfetên Kar, Obama Bang li Kongresê Dikin Bihevre Kar Bikin


Serokê Amerîkî Barack Obama dibêje, abûriya Amerîka di rewşeke pêşketî de ye.

Di gotara xwe ya heftane de, Serok Obama îro Şemiyê got, li meha Novemberê bêtirî 200 hezar derfetên kar li Amerîka hatine peyda kirin. Birêz Obama got, îsal 2.62 milyon derfetên kar li Amerîka çê bûne. Ji salên 90 de, asta derfetên kar negihiştiye vê jimarê.

Lê belê, birêz Obama da xuya kirin ku li vê dema ku geşebana karan li nav kargehên ku mutçeyên bilind didin peyda bûye, hîn malbata normal heman dahatî tîne malê, ew dahatê ku berî 15 salan bû. Serokê Amerîkî got, divê ev yek were guhertin.

Obama bang li Kongresa nû kir ku bihevre kar bikin jibo bilezkirina geşepêdana karên mutçeyên bilindtir didin. Kongres li meha yekê ya sala nû civîna xwe ya yekê lidar dixe.

XS
SM
MD
LG