Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hagel di Serdaneke Neragihandî de Digihêje Afganistanê


Wezîrê Berevaniya Amerîka.
Wezîrê Berevaniya Amerîka.

Wezîrê Berevaniya Amerîka Chuck Hagel di serdaneke neragihandî de gihişte Afganistanê. Ev serdan ya dawî ye jibo Hagel wekî wezîrê berevaniyê.

Berî ku îro Şemiyê bigihêje Kabulê, Hagel ji rojnamevanan re got, wî bawerî heye hêzên ewlekariya Afganî karîn û şiyan hene ku parastina Kabul paytext ji êrîşên Talîbanê bikin.

Hagel yê ku di demeke nêzîk de dest ji posta xwe berdide, dê ligel mezine karbidestên Afganî kom bibe û herwiha ligel leşkerên Amerîkî yên hîn li wî welatê bipeyive.

Karê tîma şer ya NATO li Afganistanê dê 31ê vê mehê bidawî bibe û ewê li şûna wê tîmeke piştgiriyê cih bigire ku ji 12,500 leşkeran pêk tê. Ev tîm dê rahênan û piştgiriyê bide hêzên ewlekariya Afganî.

Serokê Amerîkî Barack Obama do Îniyê Ashton Carter wekî wezîrê berevaniyê binav kir da ku cihê Hagel bigire. Birêz Carter ezmûneke dirêj di karê ligel Pentagon de heye.

XS
SM
MD
LG