Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xwepêşandin li Amerîka Berdewam Dikin


Xwepêşandinek li New York.

Xwepêşandin li seranserî Amerîka berdewam dikin, jibo kuştina kesên bêçek yên reş li ser destên polîsên spî yên ku rastî ti tawanan ji aliyê desteyên sûndxwaran ve nehatin.

Do Şemiyê, li bajarên mezin wekî New York, Washington, Chicago, Detroit, Los Angeles, Houston û Seattle, xwepêşandinên berfireh pêk hatine.

Gelek xwepêşanderan xwe li erda dikanên mezin ramidandin û kolanên sereke li wan bajaran girtin. Bi sloganên wekî, Jiyana Kesên Reş bi Wate ye, wan xwepêşandinên xwe birêve birin.

Xwepêşandina li bajarokê Berkeley ya bakurê California bi awayekî tund derket. Xwepêşandinên rû nixumandî êrîşî polîsan kirin û pencereyên çend dikanan şikandin û talan kirin. Di dema wê qerebalexê de du rawestgehên trênê hatin rawestandin.

Serokê Amerîkî Barack Obama soz daye ku ewê nebûna baweriyê di navbera polîs û civakên kêmaniyan de bîne rojevê.

XS
SM
MD
LG