Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mistefa Oso: Nebûna Jin û Xortan Kêmasîyek e Jibo ENKS’ê


Mistefa Oso.
Mistefa Oso.

Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûrîyê (ENKS) piştî derbasbûna 45 rojan di ser peymana Dihokê ya meha Oktoberê, roja În û Şemiyê 12 endamên lêvegera sîyasî dîyar kirin.

Endamê Komîteya Navendî yê Partîya Demokrata Kurdistana Sûrîyê (PDKS) Mistefa Oso, biryara ENKS’ê, rexneyên li ser derengmayîna destnîşankirina endamên rêvebiriyê, cihnegirtina jin û xortan û helwesta opozîsyona Sûrîyê ji Dengê Amerîka re dinirxîne.

“Yek ji sedema derengmayînê jiber şertên cografî bi zehmetî civandina encûmê bû, ya diduyan jî niqaşên li ser temsîlîyeta PDKS’ê bû.”

Birêz Oso li ser cihnegirtina jin û xortan di nav vê rêvebiriyê de dîyar kir, ev kêmasiyek e jibo ENKS’ê ku divîyabû jibo her yek ji wan kûrsîyek hatiba dayîn.

Wî da zanîn, helwesta opozîsyona Sûrîyê jibo lihevkirina ENKS û TEV-DEM’ê erênî ye.

“Opozîsyona Sûrîyê ne li dijî yekîtiya Kurdan e, jiber ku ev di berjewendiya tevahîya Sûrîyê de ye.”

Mistefa Oso, hêvîya xwe ya jibo bicihanîna hemû xalên peymana Dihokê anî ziman.

“Divê ne tenê lêvegera sîyasî herwiha xalên îdareya zatî û leşkerî jî li ser erdê pêk werin.”

Wî li ser çûyîna hêza ENKS’ê jibo berevaniya Kobanîyê jî bi bîr xist ku lazim e TEV-DEM li gor xalên peymana Dihokê vê daxwazê qebûl bike û rê bidin çûyîna hêza ENKS’ê.

Hevpeyvîn bi Mistefa Oso re
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:56 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG