Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çekdarên Dewleta Îslamî û Rejîma Esed li ser Bingeheke Leşkerî Şer Dikin


Çalakvan dibêjin, firokên şer yên hikûmeta Sûriyê bi kêmî heşt êrîşên esmanî li dijî şervanên Dewleta Îslamî pêk anîn, piştî ku wan êrîşî bingeheke leşkerî kiribûn.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov ku bingeha wê li Brîtanya ye got ku leşkerên Sûrî û mîlîşyayên ser bi rejîmê ve êrîşa li ser bingeha leşkerî li Dêr Zorê rawestandin. Wê got, di nav herdu aliyên şer de gelek kuştî ketin.

Rêxistina Dewleta Îslamî hefteya bûrî êrîşa li ser firokxaneya leşkerî destpê kiribû. Çalakvanên mafên mirov dibêjin, di encama şer de bêtirî 150 kesî ji herdu aliyan de hatin kuştin.

Çalakvanan herwiha got ku çekdarên rêxistina Îslamî hinek beş ji bingehê do Şemiyê kontrol kirin, lê êrîşên esmanî yên rejîmê rê li ber pêşketina wan girt.

XS
SM
MD
LG