Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mîr William Serdana Serok Obama Dike


Mîr William.
Mîr William.

Mîrê Brîtanî William îro Duşemê ligel Serokê Amerîkî Barack Obama li Koçka Spî kom dibe. Tê çaverêkirin ku qiralê paşerojê yê Înglîzistanê, derbarê bazirganiya neqanûnî ya jiyana xwezayî ligel Serok Obama gotûbêj bike.

Piştî civîna bi Serok Obama re, William dê gotareke girîng li Konferansa Hevpeymaniya Nêçîrvanên Gendeliya Navnetewî ya Banka Cîhanê li Washington pêşkêş bike.

Tê çaverê kirin ku Mîr William bibêje ku bazirganiya neqanûnî ya acê fîlan û qiloçên gamêşan û lawirên din, rengek e ji rengên herî metirsîdar yên tawanbarî û gendeliyê li cîhanê û kesên ku vê diyardeyê berdewam dikin yan jî tiştekî derbarê wê nakin, divê werin muhasebekirin.

Mîr William dê herwiha bide xuyakirin ku beşên laşên hinek lawiran bi giraniya xwe ji zêr buhatir in.

William, hevsera wî Kate û birayê wî Harry damezrênerên rêxistina United for Wildlife ya xêrxwaziyê li Brîtanya ne.

XS
SM
MD
LG