Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran û Sûriyê Êrîşên Îsraîlê li Nêzîk Şamê Şermezar Dikin


Wezîrên derve yên Îran û Sûriyê îro Duşemê êrîşên asmanî yên Îsraîlî li ser du deverên nêzîkî Şama paytext şermezar kirin û ew wekî karekî dijminane binav kirin. Wan got, “ev kar dikeve heman xendeqê ligel rêxistinên tundrê ku şerê hikûmeta Sûrî dikin.”

Firokên şer yên Îsraîlê do Yekşemê du dever li Sûriyê bombebaran kirin. Yek ji wan nêzîkî Firokxaneya Şam ya Navnetewî bû û ya din jî li nêzîk bajarokekî ser sînorê Libnanê bû.

Hikûmeta Sûriyê got ku êrîşan ziyanên materyalî anîn holê. Îsraîl ev êrîş piştrast nekiriye û demûdest diyar nebûye ka wan çi kirine armanc. Lê çalakvan dibêjin, wan li depoyên çekan dabû.

Wezîrê Derve yê Sûriyê Welîd Mualim îdîa kir ku Îsraîl hewil dida têkçûnên mîlîtanên Îslamî yên tundrê li ser destê artêşa Sûrî, tawîz bike. Wî ti agahiyên bêtir di vê derbarê de neda.

Di konferanseke rojnamevanî de ligel wezîrê derve yê Tehranê Cewad Zerîf li Tehranê, herdu karbidestan êrîşên Îsraîlê bi tundî şermezar kirin.

Wezîrê Zanyariyên Îsraîlî Yuval Steinitz îro Duşemê li ser Radyoya Îsraîlê êrîşa asmanî piştrast nekir, lê got ku “rêbaza Îsraîlê ya berevaniyê ew e ku rê li ber her aliyekî bigire ewê ku dixwaze ziyanê bigihîne Îsraîlê, bi taybet jî ew rêxistinên terorîst ku dixwazin çekên pêşketî bidest bixin.”

XS
SM
MD
LG