Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Iraq Daxwaza Hêzên Esmanî yên Bêhtir Dijî DAIŞ Dike


Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî daxwaza hêzên esmanî yên bêhtir ji Amerîka dike dijî çekdarên DAIȘ, di dema serdana Wezîrê berevaniya Amerîka Chuck Hagel de bo Îraqê.

Di destpêka kombûna li gel Hagel, Ebadî got, zêdekirina êrîșên esmanî yên koalisyonê dê alîkariya pêșketina hêzên Îraqî dijî DAIȘ bike.

Piștî gihîștia Bexda li serdana xwe ya ku nehatibû ragihandin, îro Sêșemê, Hagel ji gurûpa 200 leșkerên Amerîka û Australia re got, dawî li Îraqê dimîne ku piștgirî û berevaniyê li xwe bi xwe bike.

Hagel got, “Her wekû li Efxanistanê, ew welatê wane, divê ew serkirde bin, ewin yên ku dê berpirsiyarê encaman bin. Em dikarin alîkarbin, em dikarin fêr bikin, em dikarin rawêjkar bin, em wiha dikin jî û emê piștgiriya wan bikin. Lê hikûmeta piralî ya ku xelkê wan tev têde beșdar bin û cihê baweriya wan be ewê ji wan re pêșeroj be.”

Roja Dușemê Hagel her wiha got, hêzên Îraqî zexmeka nû bi dest xistin, di hewlên vegerandina navçeyên ku DAIȘ dorpêç kiribûn li bakur û rojavayê Îraqê destpêka îsal.

Koalîsyona bi serkirdayetiya Amerîka, wekû alîkarî bo hêzên Îraqê, behtirî 600 êrîșên esmanî birin ser DAIȘ, û her wiha 500 êrîșên din jî li Sûriyê, DAIȘ ji xwe re kirin armanc.

XS
SM
MD
LG