Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Raportekê li ser Teknîkên Tund yên CIA Belav Dike


Avahiyên diplomasî û bingehên leșkerî yên Amerîka li derveyî welat di bin parastineke bilind de ne, di dema ku îro Sêșemê Sînata ya Amerîka raportekê amade dike ji bo belavkirinê ku bi berferehî ronî dide ser bersivdanên CIA ji dema êrîșên 11 êlona 2001ê de.

6 hezar rûpelên raportê ronî dide ser teknîkên bersivdanên tund di dema girtina di cihên teng de, bêparkirina ji xewê û xendiqandina nivistî ku xendiqandinê bi bîr tînin.

Rêvebiriya Serok Obama gelek nîgerane li ser tundûtijiya ku renge li dijî berjewendiyên Amerîka bûyî.

Peyvdarê Koșka Spî Josh Earnest roja Dușemê ji peyamnêran re got, gavin hekîmane hatine avêtin ji bo piștgiriya parastinê li avahiyên Amerîka li demên tundutijiya protesto kirin an.

Raporteke Senatoya Amerîkî dibêje, Ajansa Navendî ya Zanyariyan (CIA) terorîstên bergumanber, piştî êrîşên 11ê Êlûnê, 2001, êşkence kirine li dema lêpirsînan bi şêweyekî ku ziyan gihandine nixrên Amerîkî.

Piştî belavbûna raportê, Serokê CIA John Brennan mikur hat ku di lêpirsîna terorîstên gumanber de berî deh salan, CIA ne herdem li gorî standardên û nirxên nasdar karê xwe birêve dibir.

Lê birêz Brennan got ku CIA ji şaştiyên xwe fêr bûye. Wî herwiha da zanîn ku ew ne ligel encama Senatoyê ye ku lêpirsîn ne karîger bûn. Wî got, “pir caran lêpirsînan hişt ku planên êrîşan werin rawestandin.”

XS
SM
MD
LG