Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

YE û Tirkiyê Şerê Îslamiyên Radîkal Gotûbêj Dikin


Federica Mogherini ligel karbidestên Tirk.

Li dema serdana wê ya du roj bo Tirkiyê, şerê dijî cîhadiyan babeta sereke ya gotûbêjan bû jibo berpirsa karûbarên Yekîtiya Ewropayê Federica Mogherini.

Tirkiye, ya ku sînorên wê ligel Îraq û Sûriyê ne û peywendiyên veguhestinê ligel welatên YE hene, ji aliyê Brûksel ve wekî jêdereke sereke tê dîtin jibo zêdebûna jimara Ewropayên ku tevî refên rêxistina Dewleta Îslamî dibin.

Lê Enqere bersiva wan rexneyan dide û dibêje ku welatên YE gelek gavên pêwîst navêjin jibo rê nedin hevwelatiyên wan ku tevî Daîş bibin. Tirkiyê herwiha dibêje, welatên YE zanyarî jî bi awayekî durist parve nekirine.

Wezareta Derve ya Tirkiyê dibêje, wê bêtirî 1000 cîhadî ji welêt der kiriye û lîstek bi bêtirî 7000 navan li cem heye, jibo wan kesên ku nikarin derbasî Tirkiyê bibin.

Federica Mogherini hêviyeke nû dide Tirkiyê jibo hewildana demdirêj ya Enqere bo endamtiya YE jinûve vejîne.

Şirovekar dibêjin, bersiva YE li ser krîza penaberên Sûrî jî li girjiya peywendiyên navbera Enqere û Brûkselê zêde dike. Bêtirî milyon û nîvek penaber li Tirkiyê dijîn. Hikûmeta Tirkiyê rexne li YE dike jibo ku ew alîkariya wê bi awayekî durist nake, bi taybet di warê bicihkirina van peranberan li welatên YE û dana alîkariya diravî jibo piştgiriya wan.

Hêjayî gotinê ye, Komisyonerê Alîkariya Mirovahî yê YE Christos Stylianides jî ligel Mogherini ye û biryar e îro Sêşemê serdana kampên penaberan bike.

please wait

No media source currently available

0:00 0:03:47 0:00


XS
SM
MD
LG