Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîrê Brîtanya Li Tirkîyê Hevkariya Dijî DAIŞ’ê Gotûbêj Kir


Serokwezîrê Brîtanya David Cameron, jibo gotûbêjkirin û xûrtkirina hevkariya herdu welatan di warê îstixbaratê, têkoşîna bi DAIŞ’ê re û qeyrana Sûrîyê de, serdana Tirkîyê kir.

Di serdana ku roja Sêşemê êvarê pêk hat de, Serokwezîrê Brîtanya pêşî bi Serokwezîrê Tirkîyê Ahmet Davutoglu re rûnişt û piştre jî li Koçka Serokomariyê bi Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan re civîya.

Serokwezîrê Brîtanî û Serokwezîrê Tirk piştî hevdîtina roja Sêşemê êvarê derketin pêşberî rojnamevanan û li ser naveroka hevdîtinan daxuyanî dan.

Birêz Cameran got, “Bi taybet min xwest ku niha werim Tirkîyê. Lewra pir dîyar e ku girêdayîneke xûrt ya ewlehîya aborî û netewî ya hemwelatiyên Brîtanya bi têkiliyên baş yên bi Tirkîyê re heye.”

Cameron bal kişand ser ku ew û Tirkîyê li dijî DAIŞ’ê di heman pozîsyonê de ne û xwedî nêrîneke hevpar in.

“Em têkoşîna dijminê hevpar dikin. Jibo têkoşîna dijî grubên radîkal heta ji me tê em ligel hev kar dikin. Şirîkatiya me ya di vî warî de pir bihêz e û difikirim wê bihêztir jî bibe. Ev demeke dirêj e armanc û stratejiya me ew e ku em DAIŞ’ê ji holê rakin û aramiyê bînin. Bi dîtina min em xwedî nêrîneke hevpar in. Ya ku li Îraq û Sûrîyê pêwîste jî ev e. Yanî çi sunî, çi şîa çi Kurd be tişta em dixwazin rêvebirîyeke nûnertiya hemû gelan bike ye.”

Serokwezîrê Tirkîyê jî bi bîr xist ku bi vê serdanê derfet çêbûye bi berfirehî li ser têkiliyên nêz yên Tirkîye û Brîtanyayê gotûbêj bikin û got, ‘Rewabûna rejîma Sûrîyê nema ye’.

“Dijderketina li rejîma Sûrîyê nayê wateya meşrûkirina terora navnetewî. Dijatiya terora navntewî jî rejîmeke ku 300 hezar welatiyên xwe kuştiye mafdar û rewa nake. Em û Birêz Cameron di pirsên bingehîn yên wekî krîza Sûrîyê û têkoşîna bi terora DAIŞ’ê re de, mîna hev difikirin.”

Davutoglu da xuya kirin, jiber ku DAIŞ hem jibo gelên herêmê, hem jibo Tirkîyê hem jî jibo civaka navnetewî tehdîdek e, ew hemû neçar in hevkariyê bikin.

Peyamnêr Salih Turan
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:17 0:00

XS
SM
MD
LG