Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Daîş Helîkoptereke Îraqî Tîne Xwarê


Karbidest dibêjin, rêxistina Dewleta Îslamî ya tundrê îro Şemiyê helîkoptereke leşkerî ya Îraqî anîn xwarê, tê de du firokvan hatin kuştin.

Êrîş li bajarê Şîa yê pîroz Samara pêk hat ku dora 95 kîlometran li bakurê Bexdayê dikeve. Karbidestekî pilebilind yê Wezareta Berevaniya Îraqê gote ajansa Associated Press ku mîlîtanên Sunnî roketên li ser milan di daxistina helîkopterê de bikar anîne.

Karbidestekî artêşa Îraqî jî heman agahî piştrast kir. Herdu karbidestên Îraqî navên xwe eşkere nekirin, jiber ku wan destûr nebû ligel dezgehên ragihandinê baxivin.

Li meha Oktobera bûrî jî, mîlîtanên rêxistina terorîst du helîkopterên din li nêzîk bajarê Bîjî anîbûn xwarê.

Hêjayî gotinê ye, helîkoptera EC635 ya ku hatiye xistin jibo veguhestin, çavdêrî û şerê tê bikaranîn.

XS
SM
MD
LG