Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Welatiyekî Amerîkî li Koreya Bakur Girtî, Rexne li Hikûmeta Amerîkî Digire


Arturo Pierre Martinez.

Welatiyekî Amerîkî beşdarî konferansekî rojnamevanî li paytexta Koreya Bakur bû, tê de siyaseta hundir û derve ya Amerîka û rekorda wê ya mafên mirov şermezar kir.

Arturo Pierre Martinez yê 29 salî ji wîlayeta Teksas îro Yekşemê ji rojnamevanan re got ku ew bi dizî derbasî Koreya Bakur bûbû û nuha dixwaze li Venezuela doza penaberiyê bike.

Ne diyar bû ka ew çawa derbasî Koreya Bakur bûye an jî ew hikûmet rê bide wî ku ji welêt derkeve. Pyongyang dibêje ku ew meha bûrî ji Çînê derbasî Koreya Bakur bûye.

Dayika Martinez, Patricia Martinez ji televizyona CNN re got ku kurê wê hinek nexweşiyên derûnî heye û ew meha bûrî çûye Çînê, yekser piştî ku ji nexweşxaneyeke derûnî hatibû derxistin. Xanim Patricia got, Arturo wexteke zûtir hewil dabû ku bi melevaniyê çemekî qut bike da ku ji Çînê derbasî Koreya Bakur bibe, lê ew hatibû girtin û şandin bo Amerîka, dema ku yekser ketibû nexweşxaneyê.

Di nav mehên dawî de Koreya Bakur sê hevwelatiyên Amerîkî azad kirin, du ji wan bi vîzayên tûrîzmê li wir bûn.

XS
SM
MD
LG