Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Konferansa ‘Ji Şer ber bi Aştîyê, Ji Pevçûnê Ber bi Çareseriyê’


Bi pêşengiya Komeleya Heinrich Böll Stiftung û hevkariya Enstîtuya Lêkolînên Sîyasî û Civakî ya Diyarbekirê (DISA), Weqfa Îsmaîl Beşîkçî û Weqfa Civaka Vekirî, Konferansa Navnetewî ya ‘Ji Şer ber bi Aştîyê, Ji Pevçûnê ber bi Çareseriyê’ hate lidarxistin.

Konferansa ku roja Şemiyê li Stenbolê birêve çû îro Yekşemê jî bi heman babetên li ser Pêvajoya Aştîyê û serpêhatiyên welatên din li Amedê berdewam dike.

Di panelên konferansê de, ‘Çareserî û Hewildanên Aştîyê’, ‘Di pêvajoyên muzakereyan de bêçekirin’ û ‘Bi nêrîna Jinê muzakere’ hatin gotûbêjkirin.

Ji Komela Heinrich Böll Ulrike Dufner ku sazkara vê konferansê ye ji Dengê Amerîka re li ser mebesta konferansê peyivî.

“Me ev konfrens jibo piştgiriyê bidin pêvajoya aştîyê ya li Tirkîyê saz kir. Mebesta me ew e ku em dixwazin civaka Tirkîyê bi vê pêvajoyê razî bikin, wan tevî wê bikin û ji ceribandinên cîhanê haydar bibin. Êdî divê pêvajo derbasî atmosfereke erênî û baştir bibe. Me bi vê konferansê xwest pêşniyarên li ser çavderîkirina pêvajoyê û rola aktorên navnetewî gotûbêj bikin.”

Xanima Ulrike da zanîn, jiber ku wek civaka sivîl muxatabê wan hikûmet e, wan xwestiye Serokê Koma AKP’ê jî beşdarî konferansê bibe, lê mixabin bersiva wan nehatiye dayîn.

Nivîskar û Rojnamevan Fehîm Işik ku yek ji beşadarê vê konferansê bû gotûbêjên li konferansê pêk hatne ji Dengê Amerîka re nirxandin.

“Girîngiya vê konferansê ew bû ku beşdaran wek çavê sêyemîn nêrîn û nirxandinên xwe anîn ziman.”

Nivîskar Işik bi bîr xist, “Alîyên pêvajoyê bi rê ve dibin, ger bixwazin pêvajo pêşve here dikarin sûdeyeke baş ji van gengeşiyan bistînin.”

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:07:11 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG