Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serhildêrên Opozisyona Sûrî Çar Xalên Leşkerî li Idlibê Kontrol Dikin


Çalakvanên Sûrî dibêjin, serhildêr û çekdarên el Qayîde kontrola xwe danîne ser bi kêmî sê xalên kontrolê yên hikûmetê li bakur rojavayê Sûriyê.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên û Komîteyên Hemahengiya Xwecihî ragihand ku îro Yekşemê şerê giran li nêzîk bingehên leşkerî yên Wadî el Deyf û Hemîdiyê li bajarokê Meeret el Numan yê parêzgeha Idlib pêk hat.

Ji 2012 serhildêr hewil didin ku van herdu bingehên leşkerî kontrol bikin.

Serokê Çavdêriyê Ramî Ebdulrehman dibêje, serhildêr û çekdarên Cebhet el Nusra ya ser bi el Qayîde ve sê xalên kontrolê li nêzîk wan bingehan kontrol kirin. Ew dibêje, bi kêmî 15 leşkerên ser bi hikûmetê ve û heşt şervanên opozisyonê di pevçûnan de hatin kuştin.

Komîteyên Hemahengiya Xwecihî got ku serhildêran xala çaran jî girt.

XS
SM
MD
LG