Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

5 Dîl di Krîza Australia de Direvin


Krîza dîlan li bajarê Sydney yê Australia berdewam dike, çend demjimêran piştî ku îro Duşemê destpê kir.

Krîzê destpê kir dema ku çekdarekî girt ser xwaringehekê li navenda bajarê Sydney û jimareke kes wekî dîl zeft kir.

Hatiye ragihandin ku pênc kes ji wan dîlan karîbûn xwe ji nav destê yê çekdar xilas bikin û birevin. Tê texmîn kirin ku ji 10 ta 25 kesan li nav xwaringehê hîn dîlkirî ne.

Kesên dîl bi riya pencerekê hatin dîtin. Di heman pencerê de aleke reş ku nivîsîneke Erebî li ser bû, hate xuyakirin.

Berdevkê polîsê Sydney dibêje, peywendî bi kesê çekdar re hatiye danîn, lê hîn danûstandkar nikarin bizanin ka sedema vî karî wî çi ye.

Heta nuha ti kes di vê krîzê de birîndar nebûye.

XS
SM
MD
LG