Li bajarê Qamişlo komeke rojnamevan, nivîskar û hunermend dest bi kempêneke piştgiriya girtiyên zindana Urmiyê li Îranê kirin.
Kempên bi rawestandinekê li bajarê Qamişlo hat ragihandin .
Selwa Dazawn, rojnamevanek jin Kurd ji Qamişlo di komîta amadekar de ye. Ew dibêje, em Kurdên Rojava tevî êşa me, lê em bi Kurdên Îranê re ne, em piştgiriya wan dikin.
Piştî ku ciwan daketin kolanê û wêne û diruşmên xwe hildan, bi dehan ji xelkê Qamişlo tevlî wan bûn ,
Apê Ebid el Qehar zilamekî 60 salî ye ku tevlî çalakiyê bû. ji bo dengê Amerîka diaxive û dibêje, bidarvekirin li dijî mirovahiyê ye, divê piştgriya girtiyên zindana Urmiyê berdewam bibe.
Ebas Mûsa çalakvanekî sivîl e tevlî sekinandinê bû û dibêje, "helwesta Kurdan li her derê yek e li dijî kiryarên ne mirovahî."
Komîta amadekar dibêje ku kambaniya wan li bajarên din jî li darkevin .
Şêro Hindê , hunermendê Kurd di komîta amaedekar de dibêje, emê wêneyê girtiyan li kolanê Qamişlo bela bikin û şano û sritanan jî ji bo piştgriya girtiyên Urmiyê bibêjin ."
Çalakiya rewşenbîrên Qamişlo bi sitrana Urmiyê bi dawî bû.
Dîmena herî balkêş ku ti rengekî partîtiyan li ser çalakiyê tune bû.