Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berzan Îso: Rola Xebata Rojnamevanên Kurd li Kobaniyê Girîng e


Berzan Îso (naverast) ligel şervanên Kurd li Kobaniyê.

Di nav şerê Kobaniyê de, ne bi tenê şervan di bin metisrîna kuştin û mirinê de ne, lê rojnamevanên ku mil bi mil pêvajoya şer dişopînin û nûçe û agahiyan ji wir belv dikin dibin wê metisînê de ne.

Rojnemevan Berzan Îso, yek ji wan rojnamevanan e ku rewşa şer ji nêzîk ve dişopîne. Di hevpeyvîna xwe de bi Dengê Amerîka re, wî got ku erkê berxwedana li dijî DAIŞ li ser milê her kesî ye û rola rojnamevan di vî şerî de girîng e, "ji ber ew jêdera agahiyên şer û pevçûnan e."

Birêz Îso dibêje, gelek ji rojnamevanên biyan têne serdana Kobaniyê, lê ew bi qaçaxî derbas dibin, ji ber ku hikûmeta Tirkiyê rê nade wan, "lê ew bi me re di peywndiyê de ne."

please wait

No media source currently available

0:00 0:07:57 0:00

XS
SM
MD
LG