Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mehana Leşkerên Xeyalê yên Iraqê Tê Birîn


Hikûmeta Îraqî dayîna mûçeyan a bi dehan milyon dolar rawestand bo leșkerên tuneyî ku wekû leșkerîn xeyalî têne nasîn, wek parek ji soza serokwezîr bo rawestana dijî gendeliyê di nava artêșê de, û vegerandina șûna lingên xwe di șerê dijî DAIȘ de, li gor du berpirsiyanê hikûmî.

Ev destpêșxerî pareke ji pilana Serokwezîr Heyder el-Abadî ji bo nûavakirina artêșa bi rahênana di bin destê Amerîka de, ku di havîna borî de li beramber DAIȘ têkçûbû.

Abadî di van demên dawî de artêș û wezareta navxweyî paqij kir ji wan berpirsên ku hatibûn destnîșan kirin ji aliyê Nûrî el-Malîkî ve, û wî soz da ku vê babeta hestdar bișopîne û got, “herçendî ku buhayê vê yekê jiyana min be jî .”

Abadî meha berê ragihand ku 50 hezar leșkerên xeyalî di çar beșên ciyawaz yên artêșê de hene, û dê mûçeyên wan werin birîn.

XS
SM
MD
LG