Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Adnan Ateş: Operasyona Dijî Cemaetê Ne Jibo Astengkirina Azadiya Rojnamevanî ye


Operasyona ser dezgehên medya û hin kesên li nêzî Cemaeta Fethullah kar dikin, li bîragiştî ya Tirkîyê û cîhanê bû sedema dengvedaneke mezin.

Dadgehên Tirkîyê li ser vê operasyona ku roja 14’ê meha 12 pêk hat û 31 kes hatin binçavkirin dibêjin, ew kesên hatine binçavkirin li sala 2010’an bûne sedema operasyoneke neqanûnî ya bi navê rêxistina ‘Taşhiye’ ku gelek kes bi navê wê rêxistinê hatibûn girtin.

Dozgerî radigihîne ku ev operasyon li ser dozvekirina Molla Muhammed (Mehmet Dogan) ku ji ber doza ‘Taşhiye’ hatibû girtin û 17 mehan girtî maye destpê kiriye.

Piştî vê operasyonê bi taybet Yekîtîya Ewropa û ji aliyê gelek dewlet û derdorên cuda ve rexne li Tirkîyê têne kirin ku operasyon li dijî derbirina ramanê û azadiya ragihandinê ye.

Dîsa li gelek deverên Tirkîyê li ber dadgehan xwepêşandanên protestokirina vê operasyonê pêk tên ku xwedî li endamên medyayê yên hatine girtin derdikevin.

Rojnamevan Adnan Ateş li ser vê operasyonê û nîqaşên li ser têne kirin ji Dengê Amerîka dibêje, “Her çiqas li Tirkîyê hê jî astengî li ser medya û rojnamevanan hebe jî ne bawerim ev operasyon li dijî azadiya rojnamevanî ye. Bêhtir jibo pêşîgirtina guhdarîkirina telefonan e.’

Ew dîyar dike, hikûmeta AKP’ê berî vê operasyonê di qanûnan de hin guhertin çêkirine ku niha parêzer nikarin dosyayên kesên hatine binçavkirin baş bişopînin.

Ew bi bîr dixe, ji daxuyanîyên Serokomar Recep Tayyîp Erdogan dîyar dibe ku wê ev operasyon berdewam bikin.

Rojnamevan Ateş herwiha dibêje, gelek nivîskar û rewşenbîrên ku niha serxweşiya kesên hatine binçavkirin dikin ne jibo azadiya rojnamevanî, lê ji tirsa xwe nêzî wan dikin.

Peyamnêr Salih Turan
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:34 0:00

XS
SM
MD
LG