Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pakistan Hewil Dide Bersîvdana Êrîşa Sêşemê Bide


ç

Karbidestên Pakistanî dibêjin, ew gavên pêdivî davêjin ku bersîvdana êrîşa roja Sêşemê ya hember xwendingeheke li Peşawar bidin.

Hevdem, jibo 132 zarok û 9 karmendên xwendingehê ku di êrîşê de mirin, li seranser wî welatî şîna sê rojan tê girtin.

Serokwezîr Nawaz Sharif îro Çarşemê biryarek derxist û ragirtina cezayê îdamê jibo dozen terorê rakir, ku ji sala 2008an vir ve di xebatê de bû.

Birêz Sharif soza domkirina operasyonên dijî mîlîtanan kir, li herêma eşîrî ya li bakurê rojavayê Pakistanê ya nêzîkî tixubê Afganistanê.

XS
SM
MD
LG