Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Kurdî Dijî Dewleta Îslamî Operasyoneke Xurt li Şengalê Dikin


Gelek Êzîdî ji tirsa Dewleta Îslamî neçar mabûn warên xwe yên li Şengalê biterkînin
Gelek Êzîdî ji tirsa Dewleta Îslamî neçar mabûn warên xwe yên li Şengalê biterkînin

Hêzên Kurdî li Îraqê dest bi operasyoneke berfireh kirine devera Şengal û deverên din jinûve ji gruba Dewleta Îslamî ya tundrê bistînin.

Tê ragihandin ku hêzên Kurdî hem ji bajarokê Rabîa ya ser tixubê Sûrîyê û hem jî, ji Zumar ya nêzîkî Bendava Misulê dest bi êrîşan kirine.

Generaekî pêşmergeyan ji ajansa AFP re gotiye ku hêzên wan di demjimêr 7ê vê sibêhê de dest bi operasyonekê kirine ku bajarê Şengalê rizgar bikin.

"Êrîş niha didome û firokên koalîsyonê jî, ji şeva borî vir ve, li Zumar û Şengalê êrîş dibin ser mewzîyên Dewleta Îslamî”.

Heman fermandar ragihand ku heta niha 3 gund hatine rizgar kirin.

XS
SM
MD
LG